General Mazlûm Kobanî: HSDê û Rûsyayê li hev kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî ragihand, derbarê rewşa herdu bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê de HSD li gel Rûsyayê gihîştiye rêkeftinekê.
02.12.2019, Pts - 05:50
General Mazlûm Kobanî: HSDê û Rûsyayê li hev kirin
Nuçe Belav bike

Mazlûm Kobanî ku di nava Kurdan de û herwiha di nava beşek ji medyaya cîhanê de jî weke Mazlûm Kobanî jî tê naskirin, li ser twîttera xwe diyar kir, ku ew îro li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê li Sûriyê, General Aleksander Çayko re civiyaye.

General Mazlûm Kobanî dibêje, ew weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gel Rûsyayê rêkeftine ku Rûsya hêzên xwe li herdu bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê belav bike.

Li derdora herdu bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê, tevî ku du rêkeftinên agirbestê di navbera Amerîka û Tirkiyê û Rûsya û Tirkiyê de hatine îmzakirin, şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de berdewam in.

General Mazlûm Ebdî herwiha amaje bi wê yekê daye, ku li gor rêkeftinê Rûsya dê hêzên xwe li bajarê Amûdê jî, ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê û di navbera Qamişlo û Dirbêsiyê de ye, bicih bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, ew rêkeftin ji bo parstina aramî û îstiqrara herêmê ye û destnîşan dike: “Em li hêviya hewldanên hevbeş ên zêdetir ji bo berjewendiyên welatên xwe ne.”

Mazlûm Ebdî wiha nivîsandiye: “Îro em şanaz bûn ku em mêvandariya Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê li Sûriyê, General Aleksander Çayko kir û ev civînê gelek serkeftî bû, û em rêkeftin li ser belavkirina hêzên Rûsyayê li Amûdê, Til Temir û Eyn Îsa, ji bo aramî û îstiqrara herêmê. Em li hêviya hewldanên hevbeş ên zêdetir ji bo berjewendiyên welatên xwe ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 945 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:07