General Mazlûm Kobanî: Ji bo lihevkirina Kurdên Rojava ez bi Nêçîrvan Barzanî re axivîm

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, ragihand, yekîtiya netewî ya Kurd tiştekî gelek girîng e, bi taybet di rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê de.
24.01.2020, Cum - 13:47
General Mazlûm Kobanî: Ji bo lihevkirina Kurdên Rojava ez bi Nêçîrvan Barzanî re axivîm
Nuçe Belav bike

Mazlûm Kobanî herwiha got, niha proseyeke nû ya çareserkirinê li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye, divê nûnerên tevahiya aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de hebin.

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, nabe tenê PYD di danûstandinên li gel Şamê de bibe nûner, ew li ser vê bingehê li gel aliyên siyasî civiyane ku ENKS jî di nava wan de ye, û tevahiya aliyan jî amadebûna xwe ji wê yekê re nîşan dane.

General Mazlûm Kobanî di hevpeyvînekê de dibêje, ENKSê daxwaza hinek tedbîrên taybet kiriye û wan jî ew bicîh kirine û di vê çarçoveyê de ENKSê daxwaz kiriye ku bi awayekî azad karê xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin.

ENKSê daxwaza azadkirina zindaniyan kiriye, wan jî bicîh kiriye. Mazlûm Kobanî dibêje jî, mijara ku maye, tenê mijara kesên wenda ye û piştî ku Rêveberiya Xweser û HSD hatine avakirin, tu kesek wenda nebû ye.

Mazlûm Kobanî got jî, di demên derbasbûyî de bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan sê rêkeftin li gel ENKSê îmze kirine, lê ti yek ji wan nehatine bicihkirin. Ew mijarên ku ENKS behsa wan dike, beriya HSDê bûne, lewma li pêşiya rêkeftinên nû tu astengiyek çênabe.

Mazlûm Kobanî dibêje, ENKS ji çend beşan pêk tê, bi taybetî jî yên ku li Tirkiyê ne, li dijî rêkeftina nû ne. Mazlûm Kobanî di derbarê rola Herêma Kurdistanê ya dubare navbeynkariyê de jî got, bêguman û bi taybetî Nêçîrvan Barzanî dikare wê rolî bibîne. Dibêje, ew li gel Serokê Herêma Kurdistanê axiviye û ew jî razî bûye ku alîkariyê bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha dibêje, Serok Mesûd Barzanî jî di vî warî de axaftinên erênî kirine. Mazlûm Kobanî got, wê di demekî nêzîk de konferansekê li ser yekîtiya Rojavayê Kurdistanê lidar bixin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:26