General Mazlûm Kobanî: Tirkiyê malbateke 7 kesî kuşt

General Mazlûm Kobanî ragihand ku firokeyên Tirkiyê malbateke 7 kesî li herêma Kobaniyê armanc kiriye û hemû endamên wê malbatê kuştine û bang li Amerîka û Rûsyayê jî kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.
22.11.2019, Cum - 06:09
General Mazlûm Kobanî: Tirkiyê malbateke 7 kesî kuşt
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li herêma Kobaniyê malbateke 7 kesî kirine armanc û diyar kir, “Tirkiyê, bi îddîayên kuştina 7 terorîstan, li nêzikî Kobaniyê malbeteke Kurd bi dronan komkuj kir.”

General Mazlûm Kobanî di dewama twîta xwe de got, “Garantorên agirbestê Amerîka û Rûsya, li hemberî komkujiyên Tirkiyê berpirsyar in di parastina zarokên me de. Em bang li Amerîka û Rûsyayê dikin ku Tirkiyê rawestînin û bo ku hesab bide lêpirsînekê li ser bikin.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, duh daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû ku firokeyên bêfirokevan ên wî welatî li nêzikî Kobaniyê hejmareke şervanên YPGê armanc girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 927 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:16