General Mazlûm: Pilana Erdogan ya bicîhkirina milyonek kes pir xeter e!

Fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bersiva Erdogan da û ragihand, ewa ku Erdogan behsa wê dike, pir xeter e!
11.12.2019, Çar - 16:07
General Mazlûm: Pilana Erdogan ya bicîhkirina milyonek kes pir xeter e!
Nuçe Belav bike

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêr gotibû, ewê milyonek penaberên Sûrî li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, ku niha wek herêma aram ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, bicîh bikin.

Li ser vê mijarê, fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe daxuyaniyek da û got: ‘‘Bicîhkirina miloyanek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê‘‘ pir xeter e ji ber ku ew (Erdogan) dixwazin kesên biyanî li van bajaran bi cîh bikin.

Mezlûm Ebdî her wiha ragihand, Rûsya û Amerîka ji rêgirtina li pêşiya guhertina demografiya herêmên dagirkirî berpirsyar in û bang li wan kir ku sozên xwe bi cîh bînin û mekanîzmeya vegera niştecihên resen deynin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 824 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:16