General Mezlûm: Me careke din li koka DAIŞê xist

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Ebdî (Kobanî) têkildarî kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî di encama operasyoneke taybet a hêzên Amerîkayê de ragihand, “Bi hevkariya xwe ya xurt me careke din li koka DAIŞê xist.”
04.02.2022, Cum - 09:17
General Mezlûm: Me careke din li koka DAIŞê xist
Nuçe Belav bike

General Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya Twitterê amaje bi hevkariya di navbera hêzên HSDê û hêzên Amerîkayê di operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî kiriye û diyar kiriye, wan bi wê hevkariya bihêz derbek din li DAIŞê xistiye.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ji ber berdewamiya piştevaniyên wan spasiya gelê Amerîkayê û ji ber operasyona li Idlibê jî spaisya Joe Biden dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî wiha dibêje, “Spasiya me ji gelê Amerîkî re ji bo piştgiriya wan a berdewam û ji Joe Biden re jî ji bo êrîşa vê dawiyê ya li Idlibê ku rêberê DAIŞê el-Qureyşî ji nav bir. Bi hevkariya xwe ya xurt me careke din li koka DAIŞê xist. Bila 121 kesên ku di êrîşa DAIŞê ya li ser Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, asûde bin.”

Roja Pêncşembê 3ê Sibata 2022, Wezareta Berevaniya Amerîkayê operasyoneke hêzên dijî terorê yên wî welatî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê aşkere kir. Pentagonê ragihand ku operasyon bi awayekî serkeftî hatiye lidarxistin û serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî ku navê wî yê din Ebû Ebdullah Qardaş e, û piştî Ebûbekir Bexdadî wek Xelîfeyê DAIŞê hatiye diyarkirin, di operasyonê de hatiye kuştin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ragihand, ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî red kiriye xwe radestî hêzên amerîkî bike û xwe teqandiye, di encamê de ew bi xwe û hejmarek kesên ji malbata wî hatine kuştin.

Joe Biden herwiha spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Pêşmerge û hêzên Iraqê kir.

Berdevkê Pentagonê, John Kirby jî roja Pêncşemê 3ê Sibatê di preskonferansekê de behsa operasyonê kir û diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonê de alîkariya wan kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:54