Girê Spî ji Kurdan tê valakirin

Li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji 100 gundên Kurdan, 60 gund di bi bin dagirkeriya dewleta Tirk û grûpên çekdar ên girêdaiyê wê de ne.
20.12.2022, Sal - 06:28
Girê Spî ji Kurdan tê valakirin
Nuçe Belav bike

Li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji 100 gundên Kurdan, 60 gund di bi bin dagirkeriya dewleta Tirk û grûpên çekdar ên girêdaiyê wê de ne. Her ku diçe ji ber metirsiya şer û êrişên Tirkiyê rêjeya Kurdan li Girê Spî û gundewarên wê kêm dibe.

Li Kampa Til el-Semin a koçberên Girê Spiyê bêhtirî 6 hezar koçber, jiyana xwe di nav vê tariyê û sermayê de dibûrînin.

Dr. Îbrahîm Mislim, akademisiyan û siyasetmedar ku xelkê herêmê ye, zanyarî derbarê koçberiyê ji gundewarê Girê Spî ji Tora medyayî ya Rûdawê zelal kirin.

Siyasetmedar Dr. Îbrahîm Mislim dibêje "Niha gundên ku ketina bin kontrola Tirkiyê, ew gundên ku 15-20 km heta rojavayê Girê Spî û 30 km heta rêya M4, yanî em dikarin bibêjin ji sedî 50 gundewarên Girê Spiyê ketine bin kontrola dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê."

Mislim ji Rûdawê da zanîn ku gundên nedagirkirî jî ji herêmê bi sedema şer û bombebaranê ji nişteciyên xwe vala bûne.

Dr. Îbrahîm Mislim got jî "Ew gundê ku mane jî milet tê de hindike. Ji ber çi? Ji ber ku şer li wê derê diqewime. Ji ber wê yekê piraniya miletê çûne Reqayê û hinek jî di Kampa Til el-Semin de ne. Yanî ji sedî 30 heta sedî 50 Kurdên Girê Spiyê li wê kampê ne, yên din jî belav bûne. Hinek jî derketin derveyî herêmê û derketin derveyê Sûriyê. Herwiha hinek jî li bajarên din in."

Li nav bajarê Girê Spî û beşeke mezin ji gundewarê herêmê, grûpên çekdar bi piştevaniya Tirkiyê dest danîne ser mal, dikan û zeviyên nişteciyên resen. Nişteciyên resen jî ji bilî kampa koçberiyê li Eyn Îsa, Reqa û Kobanî koçber û bêmal û milk mane.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 652 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:05