Girtiyên Kurd di girtîgehên rejîma Sûriyê de bang li ENKS kirin

Hejmarek ji girtiyên Kurd di girtîgehên rejîma Sûriyê de daxwaz ji şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) kirin ku, doza serbestberdana wan bikin.
26.02.2017, Paz - 07:19
Girtiyên Kurd di girtîgehên rejîma Sûriyê de bang li ENKS kirin
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Mihsin Tahir ji K24ê re ragehand ku, nûnerên ENKS li kongreya Cenêv-4 dê giringiyê bidin pirsa girtiyên Kurd di girtîgehên rejîma Sûriyê de, tekez kir ku, ew babet dê yek ji daxwazên wan yên herî sereke bin.

Ji aliyê xwe ve çalakvanên Kurd yê ku,yek ji wan kesên doza girtiyan dişopînin Ehmedê Mûsê ji heman jêderê re ragehand ku, bangewaziya girtiyan dê barê ENKS giran bike, da zanîn ku, pêwîste ENKS li Cenêvê vê derfetê ji dest xwe nebe û vê pirsê gotûpêj bike.

Li gor bangewaziya girtiyan rewşa wan di girtîgehê rejîma Sûriyê de pir xerabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:13