Gundên Eyn Îsa, Girê Sipî û Zirkanê tên topbarankirin
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gundên Eyn Îsa, Girê Sipî û nahiya Zirkanê li bakurê hesekê topbaran dike.
10.10.2022, Pts - 07:51
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekar bi zêdetir ji 60 topî Eyn Îsa û gundên wê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî yên gihîştiye xelkê deverê.
Diyar kir jî, topxaneya Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundên rojhilat û rojavayê Girê Sipî jî dan ber topan, bêyî ku ziyanên vê topbaranê bên zanîn.
Li gorî zanyariyan, gundên Bobî, Esadiye û Dada Ebdal ên ser bi nahiya Zerkanê li bakurê Hesekê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve rastî bomberdûmanên giran hatin.
Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Di encamê de jî gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:33:46