Hawar û gaziya xelkê Cindirêsê: Em tenê mane, tenê hêviya me bi xwedê heye

Bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştî erdheja roja Duşemê 6ê Sibatê dişibe bajarokekî piştî şer, li vî bajarokî avahî hene ku di bin wan de 25 kes mirine û yên sax mane jî ji ber kêmbûna alîkariyên mirovahî diqêrînin.
13.02.2023, Pts - 06:59
Hawar û gaziya xelkê Cindirêsê: Em tenê mane, tenê hêviya me bi xwedê heye
Nuçe Belav bike

Di encama erdhejê de nêzîkî hezar û 110 avahî û xanî li Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê bi temamî ziyan dîtine, ji wan 250 avahî û xanî hilweşiyane û bi erdê re bûne yek.

Hisên Bekir welatiyekî xelkê Cindirêsê ye û mala wî li taxa 20emîn a Bakur e li wî bajarokî. Di erdhejê de otomobîl û mala xwe ji dest dane, lê ew û zarokên xwe rizgar bûne.

Hisên Bekir ji peyamnêrê Rûdawê yê li Cindirêsê Horvan Rifat re behsa dema erdhejê kir û got: “Dema erdhej hat, em pê hesiyan, min zarokên xwe rakirin û derketim derve, em hatin hewşê, em hemû di nav tozê de man, erebeya min li vir bû û di bin kerpîç û keviran de mabû, rewşa me ev e. Ev avahî çar qatî bû, 20-25 kes tê de mirin, 3-4 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.”

Amînaya 60 salî jî nişteciha Cindirêsê ye û dibêje, mala wan wêran bûye û ew perîşan û bê mal û hal mane û tekez dike, ti kes neçû hawara wan û Cindirêsê.

Amîna ji Rûdawê re behsa dema erdhejê kir û got: “Destpêkê ez li kolanê rûniştibûm. Em 2-3 rojan li mala cîranê xwe razan. Mala me gitş teqiyaye. teqandine. Tenê Xwedayê me heye. Em tenê bi Xwedê hêvî dikin.”

Reşîd Mihemed ê 13 salî jî ku tevî malbata xwe ji erdhejê rizgar bûye ji Rûdawê re ragihand: “Hemû cîranên me mirin, yê li pişt me mir, malbatek ji 20 kesan pêk dihat, 10 kes mirin, mala cîranê me li vir 10 kes mirin, 7-8 ji wan zarok bûn, Gelek kes alîkariyê ji Cindirêsê re dişînin, lê belav nakin, gişt didizin, nizanim, nadin me. Du-sê wêneyan dikişînin û direvin, wêneyan dikişînin û direvin.”

Di heftemîn roja erdhejê de, tenê li bajarokê Cindirêsê termên 520 kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin û bi sedan kesên din jî winda ne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:07