Helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir

Helbestvan û nivîskarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, Mehmûd Mela Sebrî ku wek “Evîndarê Xemgîn” dihat naskirin, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.
19.07.2023, Çar - 11:01
Helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, ew hunermend û nivîskarê Kurd roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023yan, di 87 saliya xwe de li bajarê Hesekê koça dawî kir.

Mehmûd Sebrî, bi zimanê Kurdî dinivîsand û gelek berhemên wî di warên helbest û lêkolînan de hene.

Helbestvan û nivîskarê Kurd, Mehmûd Sebrî sala 1937an li gundê Çetela Kîkan ê ser bi navçeya Dirbêsiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûye.

Bêyî ku here dibistanê, sala 1961an bawernameya qonaxa navendî wergirt, di1965an de bawernameya Bekalorya (lîse) wergirt. Sala 1966an, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Şamê qedand û di 1970an de bawernameya lîsansê di Beşê Mafnasî û Yasayê de ji Zanîngeha Şamê wergirt.

Mehmûd Sebrî di 1971an de, li Peymangeha Plandanînê ya Neteweyên Yekbûyî dest bi xwendina Dîploma Geşepêdana Aborî û Civakî kir û sala 1972yan bawernameya wê wergirt.

Ew herwiha endamê Komîteya Birêvebirina Kovara Xunav bû, endamê Komîteya Amedekar û Komîteya Nirxandinê yên Festîvala Helbesta Kurdî bû li Rojavayê Kurdistanê, ji sala 1959an ve heta 1997an, di nav rêxistinên tevgera siyasî ya Kurdî de kar kiriye.

Xelata Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, sala 2010an wergirt.

Bawernameya rêzgirtinê ji Hevbendiya Mamosteyên Kurd li Hesekê sala 2014ayan wergirt.

Bawernameya rêzgirtinê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, sala 2016yan wergirt.

Zêdetir ji 10 pirtûkên wî yên çapkirî hene. Ji wan: Nigarên Kul û Derdên Jiyanê (Helbest), Nerînek di Terazûya Ristên Kurdî de (lêkolîn), Geştek li Nav Baxê Ristên Cizîrî (Beşên1-2)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:58