Helîkopteran hin herêmên Rojava bombebaran kirin

Li gorî zanyariyên berdest, şevê din 2 helîkopterên şer êrişî hin binke û navendên li sînorê Kantona Cizîrê ya Rojava kirin.
15.02.2017, Çar - 06:23
Helîkopteran hin herêmên Rojava bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyekî, helîkopterên cengî hin cihên ser bi bajarokê Çilaxa ve dane ber bombeyan. Li gorî çavkaniyê navborî, cihên ku tên bombebarankirin, li gundê Til Elo li başûrê bajarokê Çilaxa ne û di bin kontrola Hêzên Senadîd de ne ku hêzeke leşkerî ya eşîra erebî ya Şemer a bi serokatiya Himêdî Deham e.

Eşîra Şemer hevpeymanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye û Serokê wê eşîrê Himêdî Deham Hevserokê Kantona Cizîrê ya Rojava ye. Hêj nayê zanîn, ku ew helîkopter ser bi çi aliyekê ve ne û êrişî navendên kîjan hêz an hêzan kirine. Herwiha heta niha derbarê zirarên êrişa îşev de tu zanyarî nehatine zanîn.

Di 3ê Rebendana 2017an de jî, 2 helîkopterê şer êrişî YPGê û Hêzên Senadîd li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:39