Herdu Hevserokên berî naha yên PYDê li kuderê ne?

‘’Rêveberên PYDê ji aliyê PKKê ve tên şandin û kî ji wan pir tund be, zêdetir giringî bi wî didin, ji ber wê jî rola wan heta wî cîhiye ku PKK ferman daye wan.’'
22.06.2022, Çar - 09:01
Herdu Hevserokên berî naha yên PYDê li kuderê ne?
Nuçe Belav bike

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ê çend roj berî naha li bajarê Hesekê kongreya xwe ya partiyê pêkanî û Salih Muslim û Asiye Ebdula wek hevserokên nû yên PYDê hatin helbijartin. Lê ji aliyê din ve herdu hevserokên berî naha Şahoz Hesen û Hêvî Mistefa wekî ku di kongreyê de diyar nebûn û bi ti awayekî jî li ser wan bê ku ti daxuyaniyek bê dayîn û bê beşdariya herdu hevserokan kongre birêve çû û vê yekê gelek guman li dû xwe anîn.

Vê derbarê de siyasetmedar û rojnamevan li Rojavayê Kurdistanê Îmad Birho ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du eger hene derbarê beşdar nekirina wan herdu hevserokan de. Ya yekem dibe ku ji aliyê PKKê ve ji ber hin tometan hatibin girtin, yan jî di encama êrîşeke Tirkiyê de hatibin kuştin û vê gavê nehatibin ragehandin. Ji ber li gel kuştina Ferhat Şiblî çend kesekî din jî hatine kuştin, lê diyar nîn in ka ew kî ne?’’

Herwaha diyar kir, egerekî din jî heye ku ew jî dibe, ‘’Ji PYDê ango baskê PKKê yê li Rojavayê Kurdistanê cuda bibin û xwe gehandibin derveyî welat.’’

Derbarê vê pirse de BasNewsê pêwendî bi nûnerê berê yê îdareya Rojavaya Kurdistanê li Silêmaniyê Şêrzad Êzdî re pêkanî, ku ew jî bixwe berê endamê PYDê bû û vê derbarê de got: ‘’Eger hûn rastî dixwazin ez agahdarê wê mijarê nîn in û divê hûn pêwendî li gel PYDê bixwe bikin.’’

Ji aliyê din ve siyasetmedar û rojnamevan Îmad Birho jî neveşart ku PYDê nekariye li Rojava îdareyekî baş birêve bibe, her rewşa navçeyê xirab dike, siyaseta PYDê roj bi roj girêdana wê ya bi PKKê re tê dîtin û rêberên wan heman ew kes in ku Qendîlê razîbûn li ser nîşandaye. Beşek ji wan rêveberên beşdar nebûne di kongreya PYDê de bûne sedem guman çêbibe û naha PKK gumanê ji hemûyan jî dike.’’

Ji aliyê din ve nûnerê Encûmena Niştimaniya Kur dli Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kongreya PYDê neasayî bû, beşek ji rêveberên wê ji ber şiyana wan a biryarê tine û ji PKKê ditirsin, newêrin biçin wan cîhên ku divê tê de rexneyan bikin.’’

Herwaha got: ‘’Rêveberên PYDê ji aliyê PKKê ve tên şandin û kî ji wan pir tund be, zêdetir giringî bi wî didin, ji ber wê jî rola wan heta wî cîhiye ku PKK ferman daye wan.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1895 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:58:28