Li gor zanyariyên berdest, ew rêveberên Heşdî Şeibî wek amadekariyek bo henardekirina çekdarên milîs, li gel berpirsên rejîma Sûriyê geheştine balefirxaneya Qamişlo.
Heşdî şeibî bi hinceta şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê ve, dixwaze nêzîk du hezar çekdaran rêke Kurdistana rojava û li navçeya çiyayê Kewkeb a li derdora bajarê Qamişlo bicîh bikin.
Çalakvan û rojnamevanê Kurdistana rojava Xalid Xelîfe di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, ku armanca wan milîsên heşdî şeibî ne şer kirine li gel DAIŞê, dest li ser sînorê navbera Kurdistana rojava û başûre.
Berî naha rêveberê heşdî şeibî Hadî Amrî ragehandibû, ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad daxwaz ji wan kiriye ku di şerê dijî DAIŞê de ji wan re alîkar bin.