Hesekê: Di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da

Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Parastina Niştimanî de hîn jî germ in.
23.09.2023, Cts - 07:25
Hesekê: Di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku tankên Hikûmeta Sûriyeyê, baregehên Hêzên Parastina Niştimaniyê ya li çargoşeya ewlehiyê bombebaran kirin.

SOHRê diyar kir ku piştre şer û pevçûnên giran, di navbera her du aliyan de derketin.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên hikûmetê daxwazê ji fermandarê Hêzên Parastina Niştimanî dike ku xwe radestî wan bike.

Hat diyarkirin ku di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî jî canê xwe ji dest daye.

Fermandarê Hêzên Parastina Niştimanî Ebdulqadir Hemo jî vê yekê red dike û xwe radest nake.

Niha ew tevî çend alîgirên xwe di nav malekê de, ji aliyê hêzên hikûmetê ve dorpêçkirî ne.

Li aliyê din, piraniya çekdarên Hêzên Parastina Niştimanî, xwe radestî hêzên hikûmetê kirine.

Ji roja çarşemê ve li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê, şer di navbera hêzên hikûmetê û Hêzên Parastina Niştimanî derketiye.

Di encama şer de 5 serbazên hikûmetê hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 890 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:21