Hevbendiya Niştimanî: Metirsiyeke mezin li ser deverên Kurdî heye

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê derbarê avakirina 4 “deverên hêmin” li Sûriyê de helwestên xwe diyar kirin. Aliyên siyasî yên Rojavayê kurdistanê derbarê vê mijarê de nêrîn cuda tînin ziman.
10.05.2017, Çar - 08:15
Hevbendiya Niştimanî: Metirsiyeke mezin li ser deverên Kurdî heye
Nuçe Belav bike

Di civînên Astanayê de, Tirkiye, Rûsya û Îranê ku her sê welatên garantor in, li ser avakirina 4 deverên hêmin li hev kirin.

Herêmên Rojavayê Kurdistanê ku ne di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê de ne, cihê xwe di nav her 4 deverên hêmin de ne girtine. Derbarê vê mijarê de nêrînên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji hev cudane.

Cîgira Serokê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) Fesla Yûsêfbalê dikişîne ser rola Tirkiyê ku bi gotina wê qebûl nake herêmên Kurdî beşek ji deverên hêmin bin.

Ji Hevbendiya Niştimanî, Serkirdeyê Partiya El-Wihdê Selah Xelef Biro jî amaje bi vê yekê dike ku dûrxistina herêmên Kurdî ji rêkeftina Astanayê, ne ji berjewendiyên miletê Kurde ye û bi gotina Serkirdeyekî Hevbedniyê metirsiyek mezin a êrişên leşkerî li ser herêmên Kurdî heye.

Serkirdeyekî Partiya Çepa Demokrat û Endemê Encumena Zagonsaz a Birêveberiya Xweser Mehmûd Hac Xelef dibêje ku dûrxistina herêmên kurdî nîşana wê yekê ye ku birêvberîya xweser dikarîbû xwe wekî bêalî di kirîza Sûriyê de pêşkêş bike.

Di civînên Astanayê ku her du rojên 3 û 4ê Gulanê hatibûn lidarxistin, her sê welatên garantor, Tirkiye, Rûsya û Îranê, li Astanayê li ser damezirandina 4 deverên hêmin li Sûriyê li hev kiribûn.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1648 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:35