Hevpeymaniya Navdewletî bingeha li Şedadê fireh dike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku di nav 24 saetan de karwanekî leşkerî ku ji 150 wesayîtan û çek û alavên serbazî Pêk dihat derbasî firîngeha Şedadê bûne.
11.08.2018, Cts - 13:01
Hevpeymaniya Navdewletî bingeha li Şedadê fireh dike
Nuçe Belav bike

Wê rêxistinê ragihand ku ew karwanê leşkerî bi armanca berfirehkirina bingeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye şandin bo wê navçeyê.

Hat ragihandin ku piştî firehkirina bingehê, wê hêzên Hevpeymanan li wê navçeyê, li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), dest bi qonaxa sêyemîn a derxistina DAIŞê ji çoltera Dêra Zorê bikin.

10ê Tîrmeha sala borî grûbeke çekdar a bi navê Artêşa Mexawîrên Şoreşê ya dijber a Sûriyê ragihandibû ku Hevpeymaniya Navdewletî mercên wan qebûl kiriye ku bingeha serbazî li bajarokê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve, ava bike.

Artêşa Mexawîrên Şoreşê diyar kir ku wan ji Hevpeymaniyê xwestin, alîkariyên rasterê werbigirin û hêza wan ser bi xwe be û ti desthilata HSDê yan hêzeke din li ser wan tine be, lê piştî çend mehan, Hevpeymaniyê rola hêza navhatî bidawî anî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:45:53