Hevpeymaniya Navdewletî hêzeke leşkerî şand li rojhilatê Dêrezorê

Piştî êrîşa li ser cihên nêzîkî mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Dêrezorê, Amerîka hêzeke leşkerî dişîne baregehên xwe li Dêrezorê û xalên mîlîşyên ser bi Iranê ve li Dêrazorê dide.
07.08.2024, Çar - 17:37
Hevpeymaniya Navdewletî hêzeke leşkerî şand li rojhilatê Dêrezorê
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir, karwaneke leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro ji aliyê Hesekê ve û di bin parastina helîkopteran de, ber bi baregehên leşkerî yên li gundewarê Dêrazorê ve birê ket.

Diyar kir jî, karwan leşkerî ji 12 wesayitên leşkerî, wesayitên zirxî û 20 kamyonên ku kelûpelên leşkerî û lojîstîkî hilgirtibûn, pêk tê.

Herwiha rewangehê got jî, firokeyên şerker yên Amêrîkayê xalên çekdarên xwcehî yên ser bi Iranê ve li gundewarê Dêrazorê kirin armanc, bêyî ku ziyan werin naskirin.

Şandina vê karwanê di demekê de ye, çekdarên alîgirên Îranê îro êrîşî ser qiraxa rojhilatê çemê Feratê li gundewarê Dêrezorê kirin ku li hemberî kêlgeha petrolê ya El-Omer e ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê lê ye.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihandibû, hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve şeva borî êrişî baregehên HSDê li rojhilatê Dêrazorê kirin û bi awayekî heremekî navçeyên Şihêl, Hecîn, Zîbyan, El Latwa û Ebû Hemam topbaran kirin.

Diyar kir jî, şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û komên êrişker de li derdora gundê Zîban, El Latwa û Ebû Hemam derketin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkera kir jî, di topbaranê de li gundên Zîban û El Latwa 2 kesên sivîl hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha li bajarokê Şihêlê jî 2 sivîl birîndar bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:11