Hevpeymaniya Navdewletî ji bo bergiriya HSDê êrişî rejîma Sûriyê kir

Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAIŞê ku Amerîka serkêşiya wê dike ragihand ku rejîma Sûriyê êrişî bingeheke HSDê kirine û wan jî li hemberî vê yekê êrişek li dijî leşkerên rejîma Sûriyê pêkanîne.
08.02.2018, Per - 06:11
Hevpeymaniya Navdewletî ji bo bergiriya HSDê êrişî rejîma Sûriyê kir
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Navdewletî a bi serkêşiya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîma Sûriyê 8 kîlometre li rojhilatê çemê Firatê êrişî binkeyeke HSDê kiriye.

Hat ragihandin ku di dema êrişê de leşkerên hevpeymanê jî li wê biryargeha HSDê bûn.

Herwiha di berdeamiya daxuyaniya hêzên hevpeyman de hat eşkere kirin ku wan jî di çarçoveya parastina hevalbendên xwe de li hemberî leşkerên rejîma Sûriyê êrişek pêk aniye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên hevpeyman di şerê xwe yê li dijî DAIŞê de berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:02