Hevpeymanîya Navdewletî li gel HSDyê mjara girtîyên Daişê gotûbêj dike

Fermandarê operasyonên hevbeş di Hevpeymanîya Navdewletî de li gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) mjara girtîyên Daişê gotûbêj kir.
25.05.2020, Pts - 14:27
Hevpeymanîya Navdewletî li gel HSDyê mjara girtîyên Daişê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Fermandarê operasyonên hevbeş di Hevpeymanîya Navdewletî de li Djî Daişê Êrîk Hêl di gel fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdê civîya .

Di wê civînê de herdû alîyan behsa çalakîyên Daişê yên vê dawîyê  li rojhlatê Firatê kirin, herweha behsa çarenvîsa  dîlên Daişê yên di destên HSDyê de kirin.

Di vê dema dawîyê de tevgera çekdarên Daişê ya êrîşkirnê li Dêrezor, Reqa û Hesekê zêde bûye û çend caran şervanên HSDyê li wan navçeyan kiribûne armanc. 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 799 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:49:10