Hevpeymaniya Navdewletî li ser aloziya li Dêrezorê daxuyaniyek da

Hevpeymaniya Navdewletî daxwaza rawestandina aloziyên di navbera HSDyê û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê de kir
01.09.2023, Cum - 05:38
Hevpeymaniya Navdewletî li ser aloziya li Dêrezorê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxuyaniyek li ser şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de belav kir.

Hevpeymaniya Navdewletî got, “Ji bo têkbirina mayînde ya DAIŞê bala me dê li ser xebata bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re be.”

Hevpeymaniyê diyar kir ku alozî bandorê li şerê li dijî DAIŞê dike û anî ziman:

“Dûrketina ji karê girîng dê bibe sedema bêîstiqrariyê, zêdebûna metirsiyê û vejîna DAIŞê.”

Hevpeymaniyê herwiha diyar kir ku ew dê ji bo têkbirina DAIŞê di perwerde, alîkarî û bihêzkirina hêzên hevpeyman de berdewam bin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de heta niha 31 kes hatine kuştin.

Çi bûbû?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 485 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:31