Heyeteke brîtanî serdana Rojava kir

Hinek rayedarên Partiya Karkeran a Brîtanyayê duh sêşemê serdana Rojava kir û bi rayedarên wê re civiya. Endamê Partiya Karkeran a Meclisa Lordan Maurice Glasmanî soz da ku dê li dijî tehdîdên li ser azadiya herêma Rojava piştevaniyê bikin.
04.04.2018, Çar - 12:19
Heyeteke brîtanî serdana Rojava kir
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera Reutersê, Endamê Partiya Karkeran a Meclisa Lordan Maurice Glasmanî got, "Em ji bo têkiliyên demdirêj bi we re ne li vê derê da ku em bikarin piştgiriyê bidin we li dijî hemû kesên dixwazin azadiya we têk bibin."

Glasman li bajarê Qamişloyê daxuyanî dan û got, "em ji bo piştevaniyeke jidil li vir in."

Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer ragihand ku ev şandeya payebilind a brîtanî duh sêşemê gihişt Rojava û li gel rayedarên birêveberiya xweser a Bakurê Sûriyeyê civiya.

Omerî destnîşan kir ku berî niha jî çend civîn çêbûbûn lê nehatibûn ragihandin, lê ev yekem serdana fermî ya bi vî awayî ye û diyar kir ku dê rewşa Efrînê û kêşeya bi deh hezaran a awareyên wê derê gotûbêj bikin.

Herwiha Glasmanî got ku dê li hinek herêmên Bakurê Sûriyeyê bigerin, çavdêriyê bikin û dê bi şrvanên YPG û meclisên sivîl ên herêmî re bicivin.

Ji aliyê din ve, Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku ew heyet ji deriyê Sêmalkayê derbasî Rojava bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:03