Hêzeke Rûsî li Kobanê bi cih bû
Ji bo cara yekem e hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsya li ser çiyayê Miştenûrê yê Kobanê bi cih dibe
29.08.2022, Pts - 09:25
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsya li ser çiyayê Miştenûrê yê Kobanê bi cih bû.
Girê Miştenûrê, cihekî stratejîk e û ji bo cara yekem e hêzên Rûsî li wî çiyayî bi cih dibin.
Ev pêngava Rûsya di demekê de ye, Tirkiye di dema dawî de gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û bi riya dronan navçeyên sivîlan û baregehên HSDê li herêma Kobanê û Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:44:13