Hêzên Amerîkayê cardin vegeriyane ser sînorê Rojava û Tirkiyê

Ji bo cara yekem piştî vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî li ser sînorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de pêk anîn.
31.10.2019, Per - 18:27
Hêzên Amerîkayê cardin vegeriyane ser sînorê Rojava û Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Piştî Amerîkayê hêzên xwe ji navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de vekişandin , îro ji bo cara yekem hêzên artêşa Amerîkayê cardin derbasî çend navçeyên sînorî bûn û li ser sînor gereke leşkerî encam dan.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew dewriyeya hêzên Amerîkî ji 5 otombîlên leşkerî pêk dihat, û li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê, gereke çavdêriyê pêk anî.

Li gor hin zanyariyan, hêzên Amerîkayê herwiha vegeriyane nav hejmarek binke û baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.

Amerîkayê roja 7ê vê mehê û piştî pêwendiya telefonî ya navbera Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hêzên xwe ji gelek navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê vekişandin û rojên paştir jî çend binkeyên xwe yên leşkerî li Rojava vala kirin û hêzên xwe veguhast nav sînorê Herêma Kurdistanê.

Roja Şemî 26ê Cotmehê careke din Amerîkayê dest bi vegerandina beşek ji hêzên xwe bo nav axa Rojavayê Kurdistanê kir.

Donald Trump çend rojan piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê gotibû, ew rê nadin bîrên petrolê bikevine destê Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê û ji bo parastina bîrên petrolê ew dê hejmarek ji leşkerên xwe li Sûriyê bihêlin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:31:11