Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê dikin

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş a li gundên Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin.
12.01.2023, Per - 09:30
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê dikin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro 12ê Çileya 2023an hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê de li gundên Dirbêsiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîn.

4 zirîpoşên Polîsa Leşkerî ya Rûsya û 4 zirîpoşên Tirkiyê di gera çavdêriyê a hevbeş de beşdar bûbûn, her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji asman ve çavdêrî dikirin.

Gera çavdêriyê ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û di gundên sînorî re heta yên nêzîkî Amûdê çû û piştre ve vegeriya cihê bi rê ketiye.

Rewangehê da zanîn jî, Welatiyan li gundê Kerbitliyê wek nîşandana nerazîbûnê li ser peymanên Rûsî-Tirkî û hebûna Tirkan a li herêmên wan, bi keviran êrîşî zirîpoşên gera çavdêriyê kirin.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala 2019an li bajarê Soçî yê Rûsî de tên kirin ku ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî hatibû kirin.

Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve dest bi gerên hevbeş kirin, wek tedbîrekê ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina “Soçî 2019” bi taybetî mijara vekişîna şervanên HSDê 30 km ji sînorê di navbera Sûriye û Tirkiye de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:38:52