Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Kobanê dikin

Gerên çavdêriyê ya Rûsya û Tirkiyeyê piştî nêzîkî salekê ji rawestandinê, ji nû ve li herêma Kobanê dest pê kirin.
26.08.2024, Pts - 14:54
Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Kobanê dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya xwecihî, piştî nêzîkî salekê ji rawestandinê hêzên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Tirkiyeyê îro gereke çavdêriyê li Kobanê pêk anîn.

Di gera ku ji gundê Xerîb ê Kobanê heta gundê Xana yê rojhilatê bajêr dest pê kiriye de, ji her du aliyan 8 wesayîtên zirxî beşdar bûn û 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji asman ve çavdêrî kirin.

Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve dest bi gerên hevbeş kirin, wek tedbîrekê ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina “Soçî 2019” bi taybetî mijara vekişîna şervanên HSDê 30 km ji sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de.

Ji Hezîrana 2023’an ve gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li herêmê, ji ber êrîşên giran ên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê hatibûn rawestandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:54