Hêzên Rûsyayê binkeyeke asmanî li rojhilatê Helebê vekirin

Hêzên Rûsyayê bi hevbeşî li gel hêzên artêşa hikûmeta Sûriyê li Balafirxaneya El-Cerah a Leşkerî bicih bûne û li gor zanyariyan, hêzên Rûsyayê dê wê balafirxaneyê weke binkeyeke asmanî bikar bînin.
24.01.2023, Sal - 07:27
Hêzên Rûsyayê binkeyeke asmanî li rojhilatê Helebê vekirin
Nuçe Belav bike

Piştî ku hêzên Rûsyayê Balafirxaneya El-Cerah a serbazî li rojhilatê Helebê kirine binkeya leşkerî ya asmanî, roja Duşemê 23ê Çileya 2023an bi beşdariya hêzên hikûmeta Sûriyê nimayişeke serbazî wek merasîma vekirina binkeyê hat kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li gel hêzên Rûsyayê, hêzên Firqeya 25 a Artêşa Sûriyê li binkeyê hatine belavkirin.

Ew firqeya Artêşa Sûriyê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve tê rahênankirin û biçekkirin.

Balafirxaneya El-Cerah a serbazî dikeve başûrê rojavayê Minbicê û başûrê rojhilatê Babê û li gundewarê bajarê Helebê ye.

Li gor medyaya opozisyona Sûriyê jî, artêşa hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya hêzên Rûsyayê kariye firokexaneya El-Cerah li devera Minbicê li rojhilatê Helebê ji nû ve çalak bike.

Hesabên leşkerî yên girêdayî rêjîma Sûriyê gotine ku ew firokexane û baregeha leşkerî ji bo parastina sînorên bakurê Sûriyê dê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsyayê de bi hevbeşî were bikaranîn.

Li gor çavkaniyên opozisyonê û herwiha wêne û dîmenên ku hatine belavkirin, hêzên Rûsî sîstemên berevaniya esmanî yên "Buk M2E" û "Pantsir S1" li hundirê firokxaneyê bicih kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:58