Hêzên ser bi Tirkiyê derdora Til Rifet topbaran dikin

Hêzên ser bi Tirkiyê ji navçeyên derdora bajarokê Ezazê ve, baregehên HSDê yên li Til Rifet û herêma Şehbayê topbaran kirin.
05.09.2022, Pts - 07:41
Hêzên ser bi Tirkiyê derdora Til Rifet topbaran dikin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hêzên Tirkiyê yên li baregeha Sulsanê ya li derdora bajarê Mariê li bakurê Helebê bi cih bûne, şeva borî derdora bajarokê Til Rifet û gundê Şêx Îsayê topbaran kirin.

Da zanîn jî, li eniyên temasê yên Marê, Cibrîn, Şêx Îsa şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derketin û heta niha ti zanyarî derbarê ziyanan de nehatine zanîn.

Di heman mijarê de, Hêzên rêjîmê bi mûşekan otombîleke leşkerî ya çekdarên ser bi Tirkiyê ve di navbera gundên Kebeşîn û Birc Heyder ên Efrînê de kire armanc. Artêşa Tirkiyê jî bi 15 topan derdora gundê El-Meyassa topbaran kir, bêyî ku ti agahî derbarê ziyanan de bên aşkerekirin.

Zêdetir ji du mehan e Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Til Rifet û Minbicê dixwe û ji wê demê êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan de, li ser wan her du bajaran zêde bûne.

Bajarokê Til Rifatê 35 kîlometreyan li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye. Til Rifet ji sala 2016an ve di destê HSDê de ye.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve, dora 125 hezaran Efrînî li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:35:35