Hêzên Sûriyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine

Hêzên Firqeya Çarem a artêşa Sûriyê, herdu taxên kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê xistine bin dorpêçeke tund û rê nadin mazot derbasî wan herdu taxan bibe.
11.11.2022, Cum - 06:55
Hêzên Sûriyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine
Nuçe Belav bike

Hêzên hikûmetê, ji mehekê ve, rê nade ku mazot bigihêje hejmarek gund û bajarokên li gundewarê bakurê Helebê.

Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokraîtk (HSD), di nav de jî, 5 kampên Herêma Şeheba (Fafîn, Serdem, Veger, Koçer û Şehba) ku bêhtirî 140 hezar koçberên Efrînê li wan deveran dijîn.

Ev yek di demekê de ye ku sermaya zivistanê destpê kiriye û nirxê her lîtrek mazot ji hezar lîreyên Sûrî bûye 7 hezar û 500 lîreyan.

Nirxê yek bermîl mazot bigihêje derdora milyon û 500 hezar lîreyên Sûrî û nirxê lîtrek benzîn jî gihiştiye 10 hezar lîreyan. Elektirîk jî 3 demjimêran di rojê de heye.

Ji çend salan ve, gelek caran hêzên Firqeya Çarem a artêşa Sûriyê, dorpêçê li ser wan tax û navçeyan tund dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:38