Topbarana hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve bo ser dever û navçeyên Rojavayê Kurdistanê berdewam e û îro Înê 4 gundên ser bi Til Temirê ve hatin topbarankirin
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, îro 16ê Îlonê hêzên Tirkiyê gundên el-Tewîle, Ebboş, Derdare û Gozeliyê li rojavayê bajarokê Til Temir topbaran kirin.
Di encama topbaranên bo ser wan gundan de zerarên maddî gihîştiye mal û milkên xelkê.
Roja 12ê Îlonê jî, hêzên Tirkiyê gundên Um el-Xêr û Gozeliyê li navçeya Til Temir topbaran kiribûn.