Hêzên Tirkiyê du gund li rojavayê Til Temirê topbaran kirin

Hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve du gund li rojavayê Til Temir topbaran kirin.
12.09.2022, Pts - 11:16
Hêzên Tirkiyê du gund li rojavayê Til Temirê topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Tirkiye li ser topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam e.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine, ku Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê her du gundên Gozeliyê û Um el-Xêr ên li rojavayê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê û li ser rêya navdwletî ya M4 topbaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, hêzên Tirkiyê çend top û hawan avêtine wan gundan, lê ti zanyarî derbarê ziyanan de nehatine belavkirin.

Di wan demên dawî de Tirkiyê topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêdetir kiriye û di encamê de sivîl jî dibin qurbanî.

Meha bihorî di encama topbaranên Tirkiyê de li Hesekê 4 xwendekarên keç û li Til Temirê jî xwendekareka keç, bi giştî 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:02