Hêzên Tirkiyê gundên Til Rifetê u Kobanî topbaran kir

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve 4 gundên herêma Kobanî û du gundên ser bi Til Rifetê ve li bakurê Helebê topbaran kir.
04.11.2022, Cum - 13:30
Hêzên Tirkiyê gundên Til Rifetê u Kobanî topbaran kir
Nuçe Belav bike

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve du gundên ser bi Til Rifetê ve li bakurê Helebê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara roja Pêncşembê 3ê Mijdara 2022an hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundên Şêx Îsa û Eyn Deqnê yên li navçeya Til Rifetê li bakurê Helebê topbaran kirine.

Hatiye ragihandin ku bi kêmanî 10 guleyên topê li nav her du gundan ketine.

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve 4 gundên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin. Hevdem dronên Tirkiyê li esmanê navçeyê geriyan û çavdêriya herêmê kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, îro 4ê Mijdara 2022an hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve dest bi topbarankirina gundewarê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kirine.

Topxaneya artêşa Tirkiyê îro çar gundên Xirbîsan, Qere Mox, Kiron û Cîşan li herêma Kobanî bi giranî topbaran kirin.

Hevdem li gel topbarankirina wan gundan, dronên Tirkiyê li esmanê navçeyê geriyan û çavdêriya herêmê kirin.

Derbarê zirarên êrîşa li ser wan gundan hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:49:20