Hêzên Tirkiyê li Cindêrsê rêbendên nû yên pişkinînê danîne

Hêzên Tirkiyê li nahiya Cindirêsê ya herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê rêbendên nû yên pişkinînê danîne.
01.11.2022, Sal - 08:13
Hêzên Tirkiyê li Cindêrsê rêbendên nû yên pişkinînê danîne
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên xwecihî, hêzên Tirkiyê rêbendên nû yên pişkinînê li herdu gundên Til Silorê û Celemê danîne.

Hêzên Tirkiyê, li ser qeraxê Çemê Efrînê, li gundê Til Silorê û di destpêka gundê Celemê de, li nêzîkî rêbendên çekdarên grûpa bi navê (Ehrar Elşam) ew rêbendên nû danîne.

Tirkiyê binkeyên leşkerî yên nû li xala Dêr Belût li nahiya Cindirêsê û xala Xezzawiyê li nahiyeya Şêrawa ava kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:24:09