Hêzên Tirkiyê li Şehbayê êrîşî gundê Herbel kirin

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Herbel li herêma Şehbayê topbaran kirin.
20.07.2022, Çar - 08:09
Hêzên Tirkiyê li Şehbayê êrîşî gundê Herbel kirin
Nuçe Belav bike

Çavkanyên xwecihî ragihandine, hêzên Tirkiyê gundê Herbel li herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kirine û heta berê sibehê jî topbaran berdewan bûye.

Herwiha çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser jî belav kirine, ku gundê Herbel ji şevê din ve heta sibeha îro ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye topbarankirin û hatiye gotin, ku di êrîşa ser gundê Herbel de Doçka hatiye bikaranîn.

Lê ti zanyarî derbarê zirarên topbarana li ser gundê Herbel de nehatine belavkirin.

Roja 18ê Tîrmehê jî hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê navbera gundên Um El-Hoş û Til Qere li herêma Şehbayê topbaran kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:51