Hêzên Tirkiyê navçeyên Zergan û Til Temirê topbaran kirin

Pêncşemê bi dijwarî navend û gundên navçeyên Zergan û Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û li Zerganê zarokek birîndar bû.
02.06.2022, Per - 14:25
Hêzên Tirkiyê navçeyên Zergan û Til Temirê topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê serê sibeha îro Pêncşemê bi dijwarî navend û gundên navçeyên Zergan û Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û li Zerganê zarokek birîndar bû.

Li gor medyaya nêzikî Rêveberiya Xweser, îro Pêncşemê 2ê Hezîrana 2022an, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bi dijwarî navenda navçeya Zergan û gundên Um-Mihermel, Xidrawî û mezrayên Bobî û El-Bek, her wiha 8 gund û navenda elektrîkê û derdora baregahê Rûsyayê li navçeya Til Temrê topbaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, di topbarana ser gundê Um Mihermelê yê Zerganê de zarokî bi navê Mihemed Yûsif ê 14 salî birîndar bûye û ji ber birînên wî yên giran bo Nexweşxaneya Sarya ya bajarê Hesekê hatiye veguhestin.

28ê Gulanê jî hêzênTirkiyê û grupên çekdar ên ser bi Tirkiyê navenda bajarokê Zirganê û derdora bajarê Til Temirê topbaran kiribûn. Di meha Gulanê de bi zêdeyî 500 gulletop û mûşekan gundên Til Temirê hatibûn topbarankirin. Hevdem topbarankirina navçeyên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê jî ji aliyê Tirkiyê ve berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 707 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:21