Hêzên Tirkiyê Zirgan û Şêrawa topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê sibeha îro Duşembê 7ê Mijdarê navenda navçeya Zirganê li herêma Cezîrê û herwiha gundekî Şerawa ya Efrînê topbaran kirin.
07.11.2022, Pts - 08:00
Hêzên Tirkiyê Zirgan û Şêrawa topbaran kirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê derdora demjimêr 8:00 sibehê taxa rojava ya navenda navçeya Zirganê topbaran kirine.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê jî ragihandine, navenda Zirganê bi çekên giran û hawanan hatiye topbarankirin, lê zanyariyên zêdetir belav nekirine.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê herwiha doh danê êvarê gundê Kilotiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine.

Heta niha derbarê ziyanên canî û maddî yên wan topbaranan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:50