Hinek gundên Efrînê heta niha jî ji alîkariyan bêpar mane

Hejmareke zêde ya xelkê gundên derdora Efrînê û Cindirêsê gilî û gazinan dikin ku heta niha alîkarî bi ser wan de ne hatine dabeşkirin û li hinek gundan jî heta niha ti kesekî serdana wan ne kiriye. Endamekî Xwecihiya Efrînê dibêje, ji 48 gundê derdora Efrînê, tenê 15 gundan alîkarî wergirtine.
04.03.2023, Cts - 18:01
Hinek gundên Efrînê heta niha jî ji alîkariyan bêpar mane
Nuçe Belav bike

Li Efrînê û bi taybetî gundên derdora wê, xelk gazinan dikin ku alîkarî weke pêwîst ne gihîştiye wan û li hinek gundan jî heta niha ti rêkxistinekê serdana wan jî ne kiriye. Li Efrînê niha herî zêde pêwîstiya xelkê bi çadir, şîrê zarokan û kelûpelên pizîşkî heye. Desteya Çavdêriya Gelerî li Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku li hinek navçeyan alîkarî zêde hatine belavkirin û li hinek navçeyên din jî, xelkê bi yekcarî wernegirtine û sedema wê yekê jî vedigerîne ser nebûna hevahengî û çavdêriyê.

Endamê Xwecihiya Efrînê Dr. Ehmed Yûsif ji Rûdawê re ragihand, li derdora Efrînê ji koma 48 gundan, alîkarî tenê li ser 15 gundan hatiye belavkirin û herî zêde pêwîstiya xelkê bi çadiran heye.

Dr. Ehmed Yûsif dibêje: “Niha bi giştî li derdora Efrînê bi giştî 48 gund hene, lê tenê alîkarî bo 15 gundan hatiye belavkirin, lê pêwistiya wan gundên din jî bi alîkariyê heye.”

Derbarê mekanîzma dabeşkirina alîkariyan, wî endamê xwecihiya Efrînê ragihand, ew bi rêya wan lîsteyên ku mixtarê her taxekî amade dike alîkariyan belav dikin, û pêwîste her kesek peywendiyê bi mixtarê taxa xwe re bike daku navê wan tomar bikin û desthilata wî nîne ku çadirekê derxîne û bide malbatan.

Desteya Çavdêriya Gelerî li Efrînê jî ji Rûdawê re ragihand, li Efrînê herî zêde pêwîstî bi çadir, sire zarokan û kelûpelên pizîşkî û nûjenkirina dibistanan heye.

Diyar jî kir ku li hinek navçeyan alîkarî zêde hatine belavkirin û li hinek çavkaniyên din jî bi yekcarî alîkarî wernegirtine.

Rêkxerê Giştî Yê Desteya Çavdêriya Gelerî Ramî el-Hemed jî got: “Herî zêde pêwîstiya me bi kon, şîrê zarokan, kelûpelên pizîşkî ji xeynî nûjenkirina bi hezaran xaniyan. Heta niha kon ne gihiştine hejmarek kamp û gundên dûr, hejmarek malbat li ser erdê û di bin daran de radikevin. Ji aliyekî din ve, em dibînin ku li hinek navçeyan kon û selikên xwarinê zêde hatine belavkirin, ev yek jî dibe ku li nebûna hevahengiyê vedigere. Çavdêrî nîne, Zelalî di dabeşkirinê de û wekhevî nîne û tevlîhevî jî heye.”

Xwecihiya Efrînê diyar dike ku dê du xalên pizîşkî ji aliyê xêrxwaziya Barzanî ve bêne vekirin û bê beramber wê xelk bê dermankirin, derbarê pirsgirêka ard jî wê Xêrxwaziya Barzanî ardê pêwîst pêşkêş bike.

Ofîsa endazyaran jî li Efrînê ziyanên avahiyan binerxênin ji bo ku bizanibin ji bo niştecîbûnê dibin yan na û biryar dane destpêkê ji saziyên fermî destpê bikin weke dibistanan, ku biryar e sibe dest pê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:21