HSD: 2 DAIŞî hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, 2 DAIŞî hatin girtin ku ji herêmên Tirkiyeyê dagir kirine derbasî Hesekê bûne.
10.09.2024, Sal - 10:03
HSD: 2 DAIŞî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku li Hesekê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) 2 endamên DAIŞê  hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî bi hevkariya Koalîsyonê du operasyonên ewlehiyê pêk anîn.

Operasyon li gundewarên Erîşe û Ebiyezê bûne.

Di operasyona yekem de kesekî bi navê Mihemed Mihemed ku xelkê Dêrezorê ye hatiye girtin.

Di operasyona din de jî kesekî bi navê Hisên Mûsa hatiye girtin ku endamên şaneyên DAIŞê bûne.

Li gorî daxuyaniya ew her du kes ji herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê de çûne Hesekê û wan dixwest “karên terorstî” encam bidin.

"Ji bo DAIŞê cihên herî ewle ne"

HSDyê herwiha got:

“Herêmên Tirkiyeyê dagir kirine, ji bo DAIŞê cihên herî ewle ne. Li wan herêman gelek serçeteyên DAIŞê hatin kuştin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 96 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:42:27