HSD: Di topbarana li ser Zirganê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ragihand, di topbarana li ser Zirganê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
29.09.2022, Per - 07:55
HSD: Di topbarana li ser Zirganê de 2 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva Sêşembê 27ê Îlonê gundê Mişêrfe yê ser bi bajarokê Zirganê li nêzîk bajarokê Til Temirê ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatiye topbarankirin û di encama topbaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.

HSDê navên kesên di topbarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dane aşkere kiriye û daye xuyakirin, her yek ji Nayif Ebdulqadir û Rîma Ehmed canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HSDê, herwiha her yek ji Rehef Qetaf, Hecaa Heyawî, Codî Heyawî, Dinya Heyawî û Fayiz Heyawî di topbarana gundê Mişêrfe de birîndar bûne û bo nexweşxaneya Dirbêsiyê hatine şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:38:03