HSD: Dibe ku Tirkiye careke din êrişî Rojavayê Kurdistanê bike

Berdevkê HSDê destnîşan kir ku, ew weke HSD pabendî rêkeftina agirbestê ne, lê êrîş û gefên Tirkiyê ewlehî û aramiya li deverê dixe metirsiyê û bangên navdewletî ji bo pêwîstiya pêkanîna agirbestê di pêvajoya Coronayê de paşguh dike.
08.07.2020, Çar - 07:25
HSD: Dibe ku Tirkiye careke din êrişî Rojavayê Kurdistanê bike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ragihand, artêşa Tirkiyê di binpêkirina rêkeftina agirbestê de berdewam e û egera pêkanîna êrîşeke nû ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bo ser heremê jî ne dûr e.

Kîno Gabrîel ji ajansên xwecihî re diyar kir, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li bajarê Eyîn Îsa û hin deverên din ên li herêmê zêde dike û ew tevî hemû bangên navdewletî di binpêkirina agirbesta Cotmeha 2019an de berdewam e.

Berdevkê HSDê destnîşan kir ku, ew weke HSD pabendî rêkeftina agirbestê ne, lê êrîş û gefên Tirkiyê ewlehî û aramiya li deverê dixe metirsiyê û bangên navdewletî ji bo pêwîstiya pêkanîna agirbestê di pêvajoya Coronayê de paşguh dike.

Kîno Gabrîelê amaje bi wê yekê kir ku, êrîşeke nû ya Tirkiyê li ser deverê dê hewlên navdewletî ji bo rûbirûbûna koronayê bandor bike.

Herwiha Gabrîel diyar kir ku ew bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û di serî de Amerîka û Rûsyayê re, di derbarê tomarkirina binpêkirinên artêşa Tirkiyê û pêşîlêgirtina çi êrîkeke wê yê nû di nava danûstandinan de ne.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 792 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:35