HSD: Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike em dê alîkariya Sûriyê bikin

Meclîsa Leşkeriya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) îro bi amadebûna fermandarên meclisan û grupên leşkerî û bi serpreştiya Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî (Kobanî) têkildarî egera êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê civîneke awarte saz kir.
07.06.2022, Sal - 12:42
HSD: Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike em dê alîkariya Sûriyê bikin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, civîna awarte ya îro “ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişeke nû li dijî herêmê” hatiye lidarxistin.

Di civînê de, Fermandariya Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî derbarê êrîşên demên dawîn ên Tirkiyê û hêzên ser bi wî welatî ve yên li ser herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê zanyarî dan beşdarên civînê.

Herwiha Fermandarên Meclisên Leşkerî yên li wan herêman jî di civînê de behsa rewşa dawîn û bandora wê rewşê li ser jiyana sivîlan û rêbazên parastina sivîlan kirin.

Li gor daxuyaniyê, “di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta Tirk li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet herêmên wekî hedef hatine diyarkirin, hate gotûbêjkirin. Hate piştrastkirin ku êrişeke nû dê Sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê û hate diyakririn ku projeyên dagirkeriyê û di nav de gefên dawîn destpêka parçekirina Sûriyê ye.”

Fermandariya Giştî ya HSDê daye zanîn, bandora êrişeke nû ya Tirkiyê li ser şerê li dijî DAIŞê jî hatiye nîqaşkirin.

Di civîna awarte de HSDê diyar kiriye ku berî her tiştî “girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan” û destnîşan kiriye, “Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên QSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.”

Fermandariya Giştî ya HSDê diya rkir, egera êrişeke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê dê bandorê li “îstiqrar û yekîtiya xaka Sûriyê” bike û destnîşan kir, “ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk em amade ne bi hêzên hikûmeta Sûriyê re hevkariyê bikin.”

HSDê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji şêniyên herêmê jî kiriye ku piştgiriya xwe bo hêzên wan bidomînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 674 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:48