HSD: Em ligel Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyonên hevbeş dikin

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî, îro careke din dest bi operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê dikin.
03.12.2022, Cts - 18:17
HSD: Em ligel Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyonên hevbeş dikin
Nuçe Belav bike

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyaya Demokratîk Mehmûd Berxwedan di derbarê operasyonên li dijî DAIŞê de ji ajansa Frans Press re axivî.

Mehmûd Berxwedan ragihand ku îro dê careke din operasyonên hevbeş ên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dest pê bikin.

Ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, çend roj in operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê rawestiya bûn.

Fermandariya HSD hişyarî dabû ku dê êrîşên Tirkiyê bibin sedem ku DAIŞ careke din zindî bibe.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihandibû ku wan operasyonên hevbeş ên bi HSDê re li dijî DAIŞê rawestandiye. Berdevkê QSDê rawestandina operasyonan piştrast kiribû û diyar kiribû ku hêzên Amerîka û HSDê dewriyeyên xwe yên hevpar ên sînordar ên li derdora girtîgehan didomînin.

Berdevkê CENTCOM John Bucino gotibû: “HSD li Kampa Holê dewriye hevbeş û parastina ewlehiyê didomîne. Em bi biryar in ku DAIŞê têk bibin û li bendê ne ku di zûturîn demê de jî operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê bidomînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:08