HSD: Hemû êrîşên Tirkiyê yên li ser Serê Kaniyê hatin têkbirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, hêzên wan li hemû eniyên şer hemû êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bo ser Serê Kaniyê têk birin û hewlên wan bo “dagîrkirina” vî bajarê stratejîk ê Rojavayê Kurdistanê vala derxistine.
14.10.2019, Pts - 06:54
HSD: Hemû êrîşên Tirkiyê yên li ser Serê Kaniyê hatin têkbirin
Nuçe Belav bike

Êrîşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê, di roja şeşem de berdewam e.

HSDê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di berdewamiya êrîşan de, ji şeva bihorî ve artêşa Tirkiyê û komên çekdar li çend aliyan ve êrîşên giran birine ser Serê Kaniyê û hewl dane, wî bajarê stratejîk ji kontrola hêzên HSDê derbixin.

Li gor daxuyaniya HSDê, şervanên wan hewmû êrîşên Tirkiyê û komên çekdar li Serê Kaniyê têk birine û bajar her di bin kontrola hêzên Kurdî de ye.

HSDê diyar kiriye, di şerê û pevçûnên li Serê Kaniyê de, du wesayitên zirhî û trakseke hêzên Tirkiyê hatin têkşikandin û 27 kes ji çekdar û hêzên Tirkiyê jî hatine kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk daye xuyakirin: “Ji dema du şevan ve pevçûn bêrawestan berdewam in. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi berxwedaneke qehremanî, hemû êrîşên dijmin têk birin. Dijmin hewl da li aliyê bakurê rojhilatê ve derbasî nava bajêr bibe û ev êrîş jî hat têkbirin. Gelek kuştî û birîndar di refên dijmin de çêbûn. Di heman demê de, bombebarana esmanî û topbarana topxaneyê bê navber berdewam bû.”

Ev yek di demekê de ye, ku HSD û Rêveberiya Xweser ragihandine, ku wan li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirine, ku hêzên artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorî li gel Tirkiyê bêne bicihkirin.

Berpirsê Desteya Cîbicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihandiye, ku rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê tenê ji bo parastina sînoran e û niha tenê di warê leşkerî de ye.

Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Ebdî ku wek Mazlûm Kobanî jî tê naskirin, ragihandiye, ew neçarin rêkeftineke bi êş li gel Sûriyê û Rûsyayê bikin, lê tişta herî giring ji bo wan, parastina xelkê xwe ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:20:38