Piştî êrişa Tirkiyê ya li gel grûpên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê di 9ê Cotmehê de, hewldanên ji bo nêzîkkirin û pêkanîna diyalogekê di navbera partiyên Kurdî de geştir bûne.
General Mazlûm Kobanî roja 7ê Midarê di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de, diyar kiribû, “Îro li Rojava em di qonaxeke dîrokî û hesas re derbas dibin. Em bi rewşekê re rûbirû ne ku hem egera çareseriyeke mayînde heye û hem jî metirsiya jinavçûna destkevtên şoreşê heye. Di vê qonaxê de banga me bo hemû partiyên Kurdî li Rojava ew e ku yekrêziya xwe pêk bînin, li kêleka HSDê cih bigirin ku em ji vê proseyê bi parastina berjewendiyên xelkê xwe, derkevin.”
“Berpirsên ENKS û HSDê civiyan”
Di çarçoveya hewldanên pêkanîna diyalogê di navbera aliyên Kurdî de li Rojava, berpirsên HSD û ENKSê piştî demeke dirêj bo yekem car civiyan.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê ENKSê Kamûran Haco, ji Al Monîtorê re ragihandiye ku ji 25ê Cotmehê ve, berpirsên pilebilind ên ENKSê li gel General Mazlûm Kobanî û du caran jî li gel şandeke pilebilind a HSDê ya di bin serokatiya Rêdûr Xelîl de civiyane.
Li gor wê nûçeya Al Monîtorê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron meha Nîsanê ji bo ku PYD û ENKS li Parîsê bicivin bû navbeynkar û sponsor. Lê li gel êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava ku navê, ‘Kaniya Aşitiyê’ lê hatibû kirin, ew hevdîtinên di navbera aliyên Kurdî de jî hatin rawestandin.
“Mazlûm Kobanî diyalog da destpêkirin”
Ji serkirdeyên Partiya Yekîtiya Kurdî (Yekîtî) Necef Hesen Reşîd ku ew partî jî di bin sîwana ENKSê de cih digire, got ku PYD ji sala 2015an ve rê nade ku ew derbasî Rojava bibin û herwiha tekez kir ku dawîn hewldan û diyaloga bo nêzikkirîna aliyên Kurdî ji aliyê General Mazlûm Kobanî ve hatiye destpêkirin.
Reşîd îddîa jî kir ku hevdîtin di bin, ‘fişara Amerîkiyan’ de pêk hatine û got, “Tevî wê jî em vê yekê weke gaveke erênî dibînin. Û ji me daxwaz nekirin.”
Aktîvîstekî xebatên civaka sivîl jî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin û berê ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî hewl dabû, amaje bi êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar kir û got, “Êrişa dagirkerî ya Tirkiyê, ev hewldan zêdekirin ku ev dagîrkirin, astengkirina projeya xweseriyê bû.”
Wî aktîvîstî tekez jî kir ku HSDê ew destpêşxwerî daye destpêkirin û bi wergirtina însîyatîfê, HSDê diyar kiriye, “Em dikarin PYDê qanih bikin.”
ENKS 10 partiyên siyasî û gelek rêxistinên civaka sivîl ên Rojava li bin banê xwe dihewîne û ji ber ku di nav opozîsyona Sûriyê de cih digire, peywendiyên ENKSê li gel Şamê qut in. Lê PYD di heyama sal û nîvên dawîn de, di nav hewldanan de bû ku li gel Şamê li hev bike.
“Yekrêzî dê îmaja YPG/PYD li qada navdewletî bihêz bike”
Şarezayê karûbarên Sûriyê li Grûba Krîzê ya Navdewletî, Darin Khalîfa, dibêje ENKS a ku xwedî rewatiyeke navdewletî ye, dibe ku di pêkanîna eniyeke Kurdî ya yekgirtî de, îmaj û piştevaniya bo PYD û YPGê li qada navdewletî bihêz bike.
Lê Darin Khalîfa amaje bi wê dike ku ne diyar e PYD dê li hemberî Şamê xwedî kîjan helwest û pêgehê be û dibêje peywendiyên ENKSê yên li gel opozîsyona Sûriyê dibe ku hevdîtinên di navbera PYD û Şamê de aloztir bike.
Kamuran Haco jî li ser vê meselê û hewldanên bo yekrêziya partiyên Kurdî dibêje, PYDê daxwaz kir ku ENKS ji nav opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike û bi çavdêriya Netewên Yekgirtî (NY) gotûbêjan birêve dibe, vekişe û paşê jî beşdarî eniya ku ew dê li gel hevalbendên xwe yên Ereb pêk bînin, bibe.
Li ser van daxwazên PYDê Kamuran Haco dibêje, “Em nikarin vê yekê bikin bêyî ku garantoriya Amerîka, Rûsya û Yekitiya Ewropa (YE) hebe.”
PYD li gel partiyên din ên Kurdî li Rojava, xwedî raboriyeke bi pirsgirêk û nakok e. Lewma ji bo pêkhatina baweriyê di navbera aliyan de, pêwîstî bi dem û avêtina gavên pratîk heye.
ENKS ji bo çêbûna baweriyê di navbera wan de rijd e bo ku PYD gavên pratîk biavêje. Yek ji van daxwazên ENKSê ew e ku PYD hemû girtiyên siyasî berde. ENKS taybet jî daxwaz dike siyasetmedarê Kurd Fûad Îbrahîm ku 24ê Adara 2017an ji aliyê grûpeke nenas ve hatibû girtin û heta niha jî girtî ye, bê berdan.
“Egera rêkevtinê lawaz e”
Berdevkê PYDê Salih Muslim jî li ser vê mijarê ji Al Monîtorê re axiviye û îddîa kiriye ku di zîndanên Rêveberiya Xweser de ti girtiyên siyasî tune ne.
Elîriza Marcus ku şareza ye derbarê meseleya Kurdî de, egera lihevkirina partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dûr dibîne û dibêje, “Egera rêkevtinê di navbera PYD û ENKSê de lawaz e.”
Marcus amaje bi hevdîtinên berê yên ENKS û PYDê dike û dibêje, aliyan li ser dayîna “beşek ji desthilatê bo Encûmenê” li hev kiribûn, lê diyar dike ku hemû ew rêkevtin û nêzîkbûnên di navbera herdu aliyên Kurdî de bi bin ketine. Elîriza Marcus dibêje PYD razî nabe ku desthlata xwe parve bike û diyar dike ku ENKS jî li hemberî vê yekê naxwaze îtîrafê bi rewatiya Rêveberiya Xweser bike.
“Mazlûm Kobanî dixwaze Rojava û Herêma Kurdistanê nêzikî hev bike”
Li gor nûçeya di wê malpera navbirî de, Mazlûm Kobanî ne tenê dixwaze nakokiyên li gel rikberan jinav bibe, di heman demê de dixwaze li gel Herêma Kurdistanê jî peywendiyên xwe bihêz bike.
Herwiha tê gotin ku di vê çarçovê de, heyamên derbasbûyî General Mazlûm Kobanî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiriye û di erkên wan ên nû de pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirine.
PYDê, berî niha ENKS, weke, bi ‘darekî di destê Tirkiyê de’ tohmetbar dikir, ENKSê jî li hemberî vê, tohmetên ‘jinavbirina fikra netewî û darê destê PKKê’ arasteyî PYDê dikir.
Bavê Helebce ku berpirsekî ENKSê ye li Herêma Kurdistanê, red dike ku wan ferman ji Tirkiyê wergirtibe û dibêje ENKS, êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê weke, ‘dagîrkerî’ û dawîn êrişa ser Rojava a bi navê ‘Kaniya Aştiyê’ jî weke, ‘Kaniya Xwînê’ bi nav kirine.
Mîna dawîn hewldanên ji bo destpêkirina diyalogê di navbera aliyên Kurdî de, rêveberiya Trump jî berê hewl da ku PYD û ENKSê nêzikî hev bike. Berpirsekî Amerîkî ji Al Monîtorê re tekez kiriye ku wan hewl daye herdu aliyan li hev bînin lê PYDê, gotiye, ‘Encûmen di destê Tirkiyê de ye’.
Heman berpirsê Amerîkî ameje bi wê dike ku di dema şerê li dijî DAIŞê de jî rê bi Pêşmergeyên Roj nehatibû dayîn ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û diyar kiriye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev mijar weke, ‘xeta sor’ destnîşan kiriye.