HSD: Hikumeta Sûryê dixwaze HSD bê merc xwe radestî wê bike
Hevserokê Encûmena Sûrya Demokrat raghand, hikumeta Sûryê dixwaze Hêzên Surya Demukrat (HSD) bê merc xwe radestî wê bike.
24.04.2019, Çar - 08:37
Hevserokê encûmena Sûrya Demokrat Rîyad Derar di hevpeyvînekê de li gel kenalek a 'Erebî raghand: Ji destipêka civînên wan bi hikumeta Sûryê re, xuya dîyar bûye ku hikumet ne cdîye di danûstandinên xwe de. Wan tenê du civîyan li gel hikumetê li darxistin û niha danûstandinên dinavbera wan de rawestîyane.
Derar got jî: Hikumeta Sûryê dixwaze hêzên Sûrya Demokrat ti mercan ne dane û xwe radestî wê bike bê beramber. Herweha hevserokê MSDyê got: Hikumeta Sûryê ne hevbeşekî aştî ya rasteqîneye û ne jî dixwaze sîyaseta xwe biguhere.
Derar derbarê Îran û Tirkyê jî got: Ew herdû welat hewil didin aramîyê li navçeyên wan têk bidin. Tehran hinek alîyan bikartîne jibo bicîkirna planên xwe li Sûryê .
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 996 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:28:56