HSD ji 2 aliyan ve derbasî Tebqayê bûne

Pêşketina Hêzên Sûriyeya Demokartîk (HSD) li bajarê Tebqayê berdewam e. Şervanên HSDê di herdu rojên dawî de karîn ji aliyê rojava û rojhilat ve derbasî bajêr bibin.
17.04.2017, Pts - 14:42
HSD ji 2 aliyan ve derbasî Tebqayê bûne
Nuçe Belav bike

Li gorî ku şervanên HSDê ji peyamnêrê K24ê re didin zanîn, pêşketina wan ji du aliyan ve digel dorpêçkirina bi temamî ji tevahiya Tebqayê re berdewam e, lê rewşa hewayê li deverê bandora wê ya neynî heye.

Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê berevaniyeke tund di ber bajêr de dikin, ew jî ji ber giringiya Tebqa ya wek nevendek sereke ji DAIŞê re, ji ber wê yekê jî DAIŞ piraniya hêza xwe bi kar tîne, ji aliyê bikaranîna otombîlên teqîner û kesên xwekuj û bikaranîna firokeyên çavdêriyê û avêtina bombeyan bi ser şervanan de.

HSD dibêje ku, ta niha dema kontrolkirina bajarê Tebqayê ne diyar e, ev jî girêdayî ye bi pêşveçûnên şer û rewşa hewayê.

HSD roja 13 Nîsanê dest bi qonaxa çaremîn a operasyona Hêrsa Ferêt kiribû, lê operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve destpê kiriye û roja 15 vê mehê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:32:25