HSD: Me Girê Sipî mûşekbaran nekiriye

Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav da
02.06.2022, Per - 06:35
HSD: Me Girê Sipî mûşekbaran nekiriye
Nuçe Belav bike

Bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê îro hat mûşekbaran kirin. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand di wan êrîşan de 4 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne. Li ser vê yekê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku ti têkiliya hêzên wan bi êrişa mûşekan a li dijî bajarê Girê Spî nîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de şapka ragihandin “Tê îdiakirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Girê Sipî topbaranêzêzî, em we demjimêrên borî de ti êrîşek li ser navçeyê nekiriye.”

Berdevkê HSDê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav da û tê de dibêje “Medyayên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nûçeyên derew belav kirin û îdia kirên bagir.

Em piştrast dikin ku hêzên me di demjimêrên borî de li herêma navborî ti operasyon li dar nexistine. Çavkaniyên xwcihî destnîşan kirin ku navenda bajêr ji aliyê droneke nenas ve hatiye bombebarankirin.”

Li gorî şahidhalan û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov be rêvara roja 1ê Hezîranê di encama mûşekbaranekê de bo ser bajarokê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê 4 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:29