HSD Tel Timir radestê hêzên Rûsiyayê dike

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bajarokê Tel Temir radestê hêzên Rûsiyayê dike.
17.11.2019, Paz - 06:35
HSD Tel Timir radestê hêzên Rûsiyayê dike
Nuçe Belav bike

Riwangeha Sûriya bo Mfên Mirov belavkirîye, hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li gor rêkkevtinê li gel Rûsiya û hikumeta Sûriya, bajaroka Tel Temir radestê hêzên Rûsiya Demokrat dike.

Li gor wê rêkkevtinê jî hêzên Rûsiya û hikumeta Sûriya li bajaroka Tel Temir dê belave bibin û hêzên Tirkiya û çekdarên opizisyonê jî ji derdorê Tel Temir heya sinûrê Serê Kanîyê dê vekişin.

Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov, amaje bi wê yekê jî kirîye, nêzîkî 15 otombêlên serbazîyên Rûsiya ji Helebê çûyîne Qamişlo û li firokexaneya Qamişlo hatîn akincîkirin û hejmareke serbazan jî, ji xwe digere.

Şandina hêzên zêdetir ji alîyê Rûsiyayê ve, di demekê de ye, Mosko bi nîyaze bingeheke serbazî li firokexaneya Qamişlo durist bike û Pêncşembîya burî jî, hejmareke helîkopteran şandibûn bo Qamişlo.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:19