HSD xwe ji bo operasyona Tirkiyê amade dike

Endamekî Encûmenê da zanîn ku ciwanên tevlî HSDê dibin rasterast derbasî waneyên leşkerî û rahênanan dibin.
16.07.2022, Cts - 06:34
HSD xwe ji bo operasyona Tirkiyê amade dike
Nuçe Belav bike

Piştî ku berpirsên Tirkiyê dubare gefa encamdana operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwarin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo rûbirûbûna li dijî vê operasyonê xwe amade dike û hêzên xwe li eniyên şer zêde dike. Di vê çarçoveyê de li gorî berpirsekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê hejmareke ciwanan ber xwe didin navedên wan û beşdarî nava refên HSDê dibin.

Endamekî Encûmenê da zanîn ku ciwanên tevlî HSDê dibin rasterast derbasî waneyên leşkerî û rahênanan dibin.

Li beramberî gefên Tirkiye derbarê êrîşa pêşbînîkirî bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê wata navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê de, Encûmena Leşkerî ya Til Temirê ser bi HSDê xwe ji bo vê êrîşê amade dike.

Endamê Encûmena Leşkerî ya Til Temir Dilşad Ebadî got, “Li hember gef û êrîşên Tirkiyê li ser herêmên me, wek tê dîtin topbaranên wan zêde ne li ser herêmên me. Li hemberî van gefên Tirkiyê tevlîbûn jî heye, di Encûmena Leşkerî ya Til Temir de hene. Ev her du heyvên dawî nêzikî 200 kesan tevlî me bûne. Her meh bi sedan kes tevlî dibin.”

Dilşad Ebadî her wiha diyar kir ku ciwanên ku tevlî wan dibin piranî yên herêmên derdora Serê Kaniyê ne û bajarê Til Temirê û derdorê wê ne.

Ciwanên ku tevlî rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibin, yekser bo akadimyayên perwerde û rahênanê yê HSDê dibin û piştre bo çeperên şer têne şandin.

Dilşad Ebadî anî ziman, “Em wan dişînin perwerdeyên me hene, akademiyên me hene. Em wan dişînin nav şervanên nû ji ber ku tecrubeyên wan di cepheyan de tunene. Piştî perwerdehiyê em wan dişînin cepheyan.”

Di vê derbarê de, Pentagonê ragihand ku Amerîka qet qebûl nake Tirkiye êrîşî bakurê Sûriye bike, herwiha tekez jî dike berê me ji Tirkiye re gotiye tenê wê DAIŞ sûdê ji vê êrîşê bibîne, hevdem wê karesateke mirovî li navçeyê çêbibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:49