HSDê aşkere kir: Di êrîşa Tirkiyê de 3 şervanan canê xwe ji dest dan

HSDê ragihand, di êrîşeke Tirkiyê de bo ser bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê 3 şervanên wan canê xwe ji dest dane û nasnameya wan aşkere kir.
19.09.2022, Pts - 07:13
HSDê aşkere kir: Di êrîşa Tirkiyê de 3 şervanan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şevanên xwe eşkere kir ku roja 16ê Îlonê di êrîşeke artêşa Tirkiyê de li bajarokê Eyn Îsa canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, êrîş bi dronê hatiye pêkanîn û di encamê de 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.

HSDê nasnameya wan şervanan jî aşkere kiriye û ragihandiye, Îbrahîm Mihemed Berho bi nasnavê "Gîvara", Ehmed Hemed El Şawî bi nasnavê "Zagros" û Hecî Xelîl Mihemed bi nasnavê "Çiya Kobanê" di wê êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên ku Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kirine, yek ji şervanan 19 salî, yek 22 salî û yê din jî 24 salî bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:47