HSDê bîlançoya 24 saetan a êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê aşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê yên di 24 demjimêrên bihorî de aşkere kir.
23.11.2022, Çar - 12:58
HSDê bîlançoya 24 saetan a êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê aşkere kir
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê yên di 24 demjimêrên bihorî de aşkere kir. Li gor HSDê, 6 caran bi êrîşên esmanî û 590 caran bi topxaneyê navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hatine armanckirin û di encamê de 2 leşkerên Sûriyê, 2 karmendên hikûmetê û 2 endamên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi giştî 6 kesan canê xwe ji dest dan.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje, ew 3 roj in ku êrîşên topxane û firoke û dronên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. HSD dibêje, Artêşa Tirkiyê bi wan êrişan kargeh û avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê, mal û milkên welatiyan dike armanc.

Li gor daxuyaniyê, artêşa Tirkiyê di nava 24 demjimêrên bihorî de 6 caran bi firokeyên cengî û 6 caran bi dronan êrîş pêk anîne, herwiha 82 caran bi çekên giran, tank û moşekan êrîş kiriye ku 590 guleyên topê li herêmê ketine, 45 cih di nav de nexweşxane, stasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê rastî êrîşê hatine.

HSDê herwiha ragihandiye, artêşa Tirkiyê carekê li gundê Tatmeraş ê başûrê Efrînê çeka kîmyayî bikar aniye.

Bîlançoya ku HSDê belav kiriye, bi vî awayî ye:

Herêmên Sehbayê

Hejmara topbarana bi tank û topavêjan : 43 caran ku tê de zêdetirî 36 gund û cih hatin hedefgirtin.

Hejmara topên li herêmê ketine : 570 top.

Herêmên ku bi çekên giran û moşekan hatine hedefgirtin wiha ne; Şêx Îsa, Zîwan, Herbil, rêya Ehrezê, Til Medîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehbayê, Til Çîçan, Til Enab, Wehşiyê, Kefer Naya, Semuqa û balafirgeha Minbixê.

Hejmara qurbanan: 2 endamên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara birîndaran: 2 endamên hêzên hikumeta Şamê.

Kobanî

Hejmara êrişên balafirên şer: yek li dijî navenda Kobanê.

Hejmara hedefgirtina bejahî: 9.

Herêmên hatine topbarankirin: Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, navenda tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û dibistana Goran.

Başûrê Efrînî:

Hejmara topbaranê: 16

Hejmara topan: 20

Hejmara qurbanan: Endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Gundên hatine topbarankirin: Bênê-Ibîn, Miyase, herêma di navbera gundên Birc Qasê û Miyase, derdora baregeha Îranê li gundê Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxe, Merenaz, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.

Minbic

Hejmara êrişan: 2.

Gundên hatine topbarankirin; Mehsenlî, Hûşeriyê. Balafirên bê mirov li asîmanê rojhilat, rojava û bakurê Minbicê geriyan.

Heseke

Hejmara êrişên balafirên bê mirovn: 3. Yek li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û du li dijî gundê Oce.

Hejmara topbarana bi topavê, tank û moşekan: 2.

Herêmên hatine hedefgirtin: Baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî, gundewarên Til Temir, Zirgan û Um El Xêr.

2 şervanên YATê.

3 şervanên YATê birîndar bûne.

Qamişlo

Hejmara êrişên balafirên bê mirovn: 2; yek li dijî zeviyê petrolê yê bi navê Ewde, ya din li nêzî gundê Lîlan ê başûr rojavayê Tirbespiyê.

Hejmara hedefgirtinan: 10

Hejmara birîndaran: endamekî hêzên hikumeta Şamê bi sekvaniyê li nêzî deriyê sînor ê Nisêbîn bi Qamişlo re, jiyana xwe ji dest da.

Herêm û gundên hatine hedefgirtin: Til Zîwan, Gir Dahol, Tokî, Til Kêf, çerxerêya Elî Fero, Rotan û Girkê Şamo.

Gundewarê Dêrezorê:

Hejmara êrişên balafirên şer: 5. Tê de gundê Mekmen ê tenê bi 70 kîlometreyan ji sînor dûr e, hat hedefgirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:45:47